AMED - Dayika ku termê kurê wê di qotiyekê de hatibû radestkirin jî hatiye desteserkirin

26-04-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Operasyon Halîse Aksoy
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di operasyona roja Sêşemê de dayika gerîlayekî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)  Halîse Aksoy ku termê kurê wê di qotiyekê de bo wê hatibû radestkirin jî ligel keç, zava û neviyek  xwe hatiye destserkirin.

Roja Sêşemê 25ê Nîsana 2023an li 21 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, polîsan bi operasyoneke hemwext  ku navenda wê Ameda Bakurê Kurdistanê bû, bi ser gelek malan de girtin û  herî kêm 126 siyasetmedar, rojnamevan, parêzer û hunermend desteser kirin.

Li gor zanyariyan di wê operasyonê de welatiya bi navê Halîse Aksoy ku termê kurê wê yê gerîlayê PKKê di qotiyekê de bo wê hatibû radestkirin û keça wê Mizgîn Karataş û zavayê wê Harun Karataş û neviyek wê yê 4 salî jî di heman operasyonê de li Amedê hatine destserkirin. 

Hatiye ragihandin ku polîsên Tirkiyê sibeha roja Sêşemê bi ser mala Halîse Aksoy de girtine û ew û keç û zavayê wê ligel neviyê wê yê 4 salî birine navenda ewlekariyê. Li gor zanyariyan neviyê Halîse Aksoy heta êvarî li navenda ewlekariyê hatiye ragirtin û di demjimêrên êvarî de bo beşek ji kesûkarên wan hatiye radestkirin.

Gerîlayê bi navê Egîd Îpek, roja 23ê Gulana 2017an di şerekî de ligel leşkerên Tirkiyê li girê Xelasor li herêma Dêrsimê, canê xwe ji dest dabû û piştî 2 sal ji bûyerê, meha Gulanê, malbata wî hat agahdarkirin ku termê Îpek hatiye dîtin.

Li ser vê yekê, malbata Egîd ku niştecihên bajarê Amedê ne, çûn Dêrsimê û nimûneya xwînê dan daku testa DNAyê bê kirin ji bo tekezkirina nasnameya wî termî. Di encama testa DNAyê de hat piştrastkirin ku ew termê Egîd Îpek e. Lê belê wê demê termê Egîd radestî malbatê nehat kirin.

Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ew termê ku ji Saziya Tîpa Edlî ya Stenbolê bo wan hatibû şandin, bi rêya kargoya PTTê bo Serdozgeriya Komarê ya Amedê şand. Malbata Egîd jî bo avahiya serdozgeriyê hat vexwendin û li wir hestiyên gerîlayê PKKê di nav qotiyekê de radestî dayika wî hatibû kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst