Duran Kalkan dibêje PKK dê şer bibe metropolan; Bahçelî gef li Kalkan xwar

26-04-2022
RÛDAW
Nîşan PKK Duran Kalkan MHP Devlet Bahçelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di bersiva yek ji serkirdeyên PKKê Duran Kalkan de ku gotiye, “Eger operasyon berdewam bikin em dê şer bigihînin bajarên Tirkiyê” gefan dike û dibêje, “Lehengekî me dê xayînên ku hewl didin Tirkiyê tehdîd bikin yan laşê wî bixe erdê yan jî dê kîsik bixe serê wan û radestî edaleta Tirkiyê bike.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Duran Kalkan di çend rojên bihorî de gotibû, ger operasyonên leşkerî yên Tirkiyê li dijî PKKê bidomin, ew dê şer bibin bajarên Tirkiyê.

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de li parlamentoya Tirkiyê axivî û got, “Duran Kalkan îdia kir ku ger operasyon berdewam bikin, ew dê şer bigihînin bajaran. Li Bursa û Stenbolê êrîşên xayînî hatin kirin. Ez bawer dikim ku dawiya terorîst Duran Kalkan nêzîk e. Lehengekî me yan dê cenazeyên xayinên ku hewl didin Tirkiyê tehdîd bikin deynin, yan jî tûrikekê deynin serê wan û radestî edaleta Tirkiyê bikin.”

Bahçelî got, “Miletê Tirk gotina xwe ya dawî li Malazgirtê kiriye. Ji wê rojê vir ve welat yek e, navê wî Tirk e. Bi hezaran sal in ku netew yek e, navê wî Tirk e. Ji bilî vê, her lêgerînek serpêhatiyek e.”

Bahçelî herwiha diyar kir, “Yên ku ewlehiya sînorê Tirkiyê binpê dikin, yên ku gelê me dişopînin dê hezar carî poşman bibin” û tekez kir, “Ji bo PKK/YPGê ti cihekî ewle nîne.”

Kalkan: Tirkiye beşek ji Tevgera Şoreşger-Sosyalîst e

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Duran Kalkan ji medyaya nêzîkî PKKê re axiviye û ragihandiye, di dema damezrandina PKKê de kesên wek Mazlum Dogan dixwestin navê PKKê wek partiyeke komunîst be, lê ji ber baştir enegrebûna vi civakê re navê "partiya karkeran" bi baş hat dîtin.

Kalkan da zanîn ku wan di destpêkê de helwesta Yekîtiya Sovyetê ya derbarê Pirsgirêka Kurd de rexne kir, ji ber berjewendiyên wê yên bi Tirkiye, Îran û dewletên Ereb re û destnîşan kir, PKKê ji sala 1980'an û vir ve bi Bulgaristan û dewletên weke wê "sosyalîst" re têkiliyên diyarkirî danîn û Abdullah Ocalan jî du caran bi nûnerên wan dewletan re hevdîtin pêk anî.

Kalkan, anî ziman ku di van pêvajoyan de hin derdor hewl didin PKKê bi rêxistinên îstîxbaratê yên welatên cuda ve girêbidin û got, "Hem di nava çepên Tirk de û hem jî di nava tevgerên bi navê Kurd de kesên ku axaftin dikirin hebûn. Derdorên bi vî rengî, bi awayekî veşartî yan jî eşkere, ragihandin ku PKK tevgereke ku ji aliyê saziyên îstîxbaratê yên weke MÎT û CIA ve hatiye avakirin. Vê propagandayê her çendî ne di asteke pir pêşketî de be jî, asteke diyarkirî bandor li civaka Tirkiyê û derdorên çep-sosyalîst kir.

Kalkan diyar kir ku derdorên çep-sosyalîst ên li Tirkiye û Kurdistanê bi PKKê re di nava têkoşîneke îdeolojîk de ne û bi vî rengî PKKê weke tevgereke teng û neteweperest nîşan didin û wiha got: "Rêber Apo her tim ev yek bi rûmet û bi serbilindî aniye ziman. Wî destnîşan kir ku rêbertiya wî hilkişîn û meşek e li ser esasê parastina bîranînên Mahîr, Denîz û Îbrahîman û gihandina armancên wan e. Rastî wiha bû. Her tim wate didît ku derketina Rêbertiyê bi vî rengî be. Di vê çarçoveyê de di nava Tevgera Şoreşger-Sosyalîst a Tirkiyê de cih digire.”

“HBDH dê li hemû bajarên Tirkiyê bixe”

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Duran Kalkan, herwiha hevgirtina PKKê ya bi Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) re jî nirxand ku berpirsyariya êrîşa bombeyî ya li hemberî gardiyanên girtîgeha Bursayê girt ser xwe û got, “Divê hevalên me yên HBDHê baş bizanibin; Nêzîkatiya me teqez ne taktîkî ye, ne siyasî ye, û ne li gorî berjewendiyên heyî ye.”

Kalkan bal kişand ser operasyona nû ya artêşa Tirkiyê li Metîna, Zap û Avaşînê û got, “Divê em berxwedana şoreşgerî ya li çiya, deşt û bajaran ber bi Tirkiyê ve bibin, ber bi metropolan ve bibin, faşîzma AKP-MHPê di aliyê aborî, siyasî û leşkerî de, bi hemû aliyên xwe ve bikin hedef, divê em şer hîn zêdetir belav bikin, li cihê herî lawaz li dijmin bixin, ji kêlekê ve, ji hundir ve û ji paş ve li faşîzmê bidin. Erka HBDHê ev e. HBDH dê ji Stenbolê heta Îzmîrê, ji Deryaya Reş heta Çukurovayê heta Enqerê hemû bajarên Tirkiyê veguherîne eniya berxwedana şoreşgerî û ji cihê ku herî kêm hêvî dikir li faşîzmê bixin û sala 2022an bikin sala hilweşîna AKP’ê. Faşîzma MHPê.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst