Artêşa Tirkiyê devera Biradost topbaran dike

26-04-2022
RÛDAW
Nîşan Sîdekan Biradost Hewlêr Topbaran Tirkiye PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Bajarokê Sîdekanê Ihsan Çelebî îro ji Rûdawê re ragihand, Artêşa Tirkiyê ji îro ji demjimêrên sibehê ve dest bi topbarankirina devera Biradost kiriye.

Ihsan Çelebî got, “Ji demjimr 10:00 sibeha îro ve artêşa Tirkiyê 3 gundên devera Biradost topbaran kiriye. Topbaran dem bi dem tê kirin û hêj berdewam e.”

Rêveberê Bajarokê Sîdekanê diyar kir, “Bilindahiyên Kayê Reş, Bîşe Sor û Serê Ziraran li sînorê gundên Xelîfan, Sîran û Mêrge Reş hatine armanckirin û topên Tirkiyê jî ji Çiyayê Dêl ve tên arastekirin.”

Bi gotina Ihsan Çelebî, di encama topbarana îro de heta niha ti zirarên canî û darayî çê nebûye.

Tirkiye bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê bi awayekî berdewam navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran û bombebaran dike.

Devera Biradost û bajarokê Sîdekanê ketine ser sînorê Herêma Kurdistanê yê bi Tirkiyê û Îranê re û beşek ji parêzgeha Hewlêrê ne.

Topbarankirina devera Sîdekanê ji aliyê Tirkiyê ve di demekê de ye, ku artêşa Tirkiyê ji 18ê Nîsana îsal ve operasyona Pence-Kilîd li sînorê qezaya Amêdî ya parêzgeha Duhokê li dijî PKKê dest pê kiriye û heta niha jî berdewam e.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst