Erdhejeke bihêz Kirmaşan hejand

26-04-2021
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Kirmaşan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kêliyek beriya niha erdhejeke bihêz parêzgeha Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê hejand û li gor zanyariyênd estpêkê, navenda erdhejê li nêzîk qezaya Serpêl Zehawê bûye.

Hatiye ragihandin, ku erdhez bi hêza 4.8 pileyên Rîxterê bûye û di demjimêr 14:39 li gor dema xwecihî çê bûye.

Erdhej di kûrahiya 10 kîlometriya erdê de qewimiye û navenda erdhejê 10 kîlometran dûrî Serpêl Zehaw, 26 km dûrî Qesrî Şîrîn û 27 km dûrî Gîlanxerbê li parêzgeha Kirmaşanê ye.

Herwiha cihê ku erdhej lê çêbûye, 117 km ji navenda bajarê Kirmaşanê û 99 km jî ji navenda parêzgeha Îlamê dûr e.

Heya niha ti zanyarî derbarê zirarên erdhejê de nehatine belavkirin.

Ji tirsa erdhejê xelkê navçeya Serpêl Zehawê ji mal û avahiyan derketin derve.

Heyva Sor a Kirmaşanê ragihandiye, du tîmên ji bo lêkolînkirina zirarên erdhejê çûne cihê Serpêl Zehawê.

Qaymeqamê Serpêl Zehawê, Nûredîn Ferzadîpûr jî daye xuyakirin, “ji ber bihêziya erdhejê xelkê navçeyê ji tirsa derketine kolan û cadeyan, lê li gor zanyariyên destpêkê, heya niha ti zirarên canî û maddî nebûne.”

Nûredîn Ferzadîpûr gotiye, “tîmên taybet bo şopandina rewşê bo navenda erdhejê û gundên derdorê hatine şandin” û tekez kiriye, ku îro dê civîna komîteya krîzan a parêzgehê derbarê erdhejê de bê sazkirin.

Di sala 2017an de jî erdhejeke mezin bi hêza 7.3 pileyên Rîxter parêzgeha Kirmaşanê û bi taybet Ezgele û Serpêl Zehaw hejandibû û zirareke mezin gihandibû navçeyê. Di wê erdhejê de, li gor amarên fermî yên hikûmeta Îranê herî kêm 620 kesan canê xwe ji dest dabûn û 12 hezar û 386 kes jî birîndar bûbûn.

Di heman erdhejê de, zirarek mezin gihîştibû 10 bajar û bajarokan û 1,932 gundên parêzgeha Kirmaşanê. Herwiha zirar gihîşt 103 hezar yekeyên niştecihbûnê yên li gund û bajar û bajarokên wê parêzgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst