30 Photos
Gundê Rost dikeve devera Balekayetî û ser bi bajarokê Simêlan a qezaya Çomanê ya parêzgeha Hewlêrê ve ye, ku 136 km ji navenda bajarê Hewlêrê dûr e.
Herwiha gundê Rost dikeve rojavayê Çiyayê Hekgurd û quntara rêzeçiyayê Hesareya Rost.
Xwezaya wê navçeyê di tevahiya werzên salê de pir balkêş e û bi taybet di werzên bihar û zivistanê de gelek geştyar serdana navçeyê dikin.
Wêne: Cemal Rostayî ji Rûdawê re şandine.