Li ser rêya Ranye bûyera trafîkê: 4 kesan canê xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser rêya Xelîfan – Ranye di bûyereke trafîkê de çar kesan canê xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

 

Berdevkê Polîsê Trafîka Silêmaniyê Karwan Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Vê êvarê li ser rêya Xelîfan – Ranye bûyereke trafîkê rûda û li gor zanyariyên destpêkê, di encama bûyerê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.”

 

Karwan Mihemed herwiha eşkere kir ku bûyera trafîkê di navbera wesayîteke barhilgir û land cruiser de qewimiye û ji ber xerabiya rê bûye.

 

Herwiha Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku yek ji wan kesên ku jiyana xwe ji dest daye, navê wê Xende ye û xwişka Wezîrê Pêşmerge yê kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir e, herwiha keçeke Xende jî birîndar bûye.