ÇIYAYÊ QENDÎLÊ - Bombebaranan ziyaneke mezin daye gel

26-04-2017
Bextiyar Qadir
Qendîl
Qendîl
Nîşan Qendîl PKK Bombebaran
A+ A-

Qendîl (Rûdaw) – Bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê ya li kontara Qendîlê, zirareke mezin gihandiye nîştecihên wê herêmê. Herwiha ev êrîş û hebûna PKKê bûne sedema rawestandina projeyên hikûmeta Herêma Kurdistanê.

 

Hebûna PKK li Qendîlê bûye hêncetek ji Tirkiyê re  ku  wan gundan bombebaran bike. Di encama bombearanên Tirkiyê de heya niha 15 welatiyan canê xwe ji dest daye û 20 kes jî birîndar bûne. Herwiha ziyaneke mezin a maddî gihiştiye nîştecihên Qendîlê.

 

Qendîl bi berdewamî bûye armanca êrîşa firokeyên Tirkiyê. Jiber bombebaranan cotkartên li herêmê zirareke mezin dîtine.

 

Şalaw Celal yek ji wan kesan e, ku ji vê rewşê zirar dîtiye û dibêje; “Ev çend sal in PKK hatiye vê derê û Tirkiye jî bi berdewamî bombebaran dike. Xelk ji tirsa PKKê û bombebaranan newêre here nav erd û zeviyê xwe. Di vê navberê de em zirarê dibînin. Em her sal kasibî û cotkariyê dikin lê di dawiyê de jî keda me wiha dişewite.”

 

Nêzîkî 20 sal in, ku PKKê li 64 gundên Qendîlê yên li herdu nahyeyên Wertê û Sengeserê herêmeke bi navê “Herêmên Parastina Medyayê” ragihandiye.

 

Li vê navçeya geştiyariyê dewsa tabloyên geştiyariyê, niha tabolên firotinê hatiye daliqandin.

 

Hemwelatiyê bi navê Elî Uso jî dibêje; “Salên derbasbûyî geştiyar jî dihatin van deran lê jiber bombebaranan kes newêre were. Me jî tabloyên firotinê li erd û xaniyan daye.”

 

Bombebaranan ziyan gihandiye projeyên xizmetgûzariyê yên hikûmetê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çêkirina hinek projeyan mesrefeke zêde kiriye.

 

Rêveberê Nahyeya Wertê Mislih Zirar diyar dike; “Bombebaranan ziyaneke canî û madî gihandiye hemwelatiyan. Du aliyan ve me zirar kiriye. Herwiha ziyan gihaye projeyên hikûmetê. Ji bo çêkirina projeyên av, elektrîk û perwerdeyê bi sedan milyon dînar hatine xerçkirin.”

 

Ji ber bombebaranê li Qendîlê heta niha 7 gund bi temamî wêran bûne û gelek kes jî koçber bûne.

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst