DÊRSIM – Hirç daketin gundan

26-04-2017
RÛDAW
Hirç birçî bûn û daketin gundan
Hirç birçî bûn û daketin gundan
Nîşan Dêrsim hirç gund birçî xwarin
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Li Bakurê Kurdistanê bajarê Dêrsimê hirçekê û têjikên wê, ji bo xwarinê daketên gundan.

 

Li navçeya Pilumuriyê ya Dêrsimê, niştecihên gundên Kewûl û Saldaxê ragihandin, hirçên ku birçî mane, daketine gundên wan.

 

Welatiyekî bi navê Huseyin Arslan diyar kir, ji ber erdnîgariya Dêrsimê, li çiyayên wî bajarî,  gelek ajelên dirinde hene.

 

Huseyîn Arslan herwiha got: “Hirç her dem li vir in. Li nêzîkî gundan, ji ber ku hêşînahî zêde ye, ji bo ku zikê xwe têr bikin têne nêzîkî gundan. Şêniyên gund destê xwe nadin ajelan. Hirç hînî mirovan bûne, mirov jî hînî hirçan.”

 

Wênegirê bi navê Kemal Ozer ku bi salan e li Dêrsimê wêneyên siruştê dikişîne diyar kir:

 

“Îro em ji bo hirçan hatin vê derê. Li vir gelek hirç hene. Gava em hatin, me 3 hirç dîtin. Di piçûktaniya me de tine bûn. Ji ber ku ev gund hatine valakirin, hirç têne zeviyên vê derê. Eger kes destê xwe nede van hirçan û nekuje, dê ew zêde bibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst