Bihara Rojava vê salê pir zengîn e

Qamişlo (Rûdaw)- bihara Rojavayê Kurdistanê vê salê pir zengîn e û xelk şînahiya li derdora bajêr derdikeve, ji xwe re diçînin da ku firavîn û şîvên xwe jê amade bikin û zarokên xwe xwedî bikin.


Piştî dorpêşkirina Rojavayê Kurdistanê gellek astengî peyda bûn, mîna pêdiviyên jiyanê yên sêreke ku her bi pêşve diçe zehmetir dibe û ji ber bihabûna van pêdiviyan gellek malbat şînahiya li derdora erdan dikin xwarin da ku jiyana xwe ya rojane derbas bikin.

 
Bi gorî gotina dayikeyê tevî xembariyê û bihabûnê mirov axa welatê xwe bixwe û kuçber nebe.


Ne tenê nişteciyên Qamişlo lê penaberên li hundrê wê jî li erdê derora bajêr vê pincarê diçînin ji ber mezinbûna malbatên wan û kêmbûna derfetên kar.


Biharê derfet da gelek malbatên hejar ku debara xwe ya rojane bikin lê gelo piştî biharê wê çare çi be…