Pêşnimêjê Sine mamosta Hisamedîn Muctehidî jiyana xwe ji dest da

26-04-2014
RÛDAW
A+ A-

Sine (Rûdaw) – Pêşnimêjê Nimêja Îniyê û Nûnerê parêzgeha Sine di Encumena Aqilmendan a Rêberiya Îranê mamosta Hisamedîn Muctehidî ji ber nexweşiyê û di temenê 93 saliyê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî medyaya Îranê, îro danê sibê pêşnimêjê bajarê Sine û nûnerê parêzgeha Sine di encumena aqilmendan a rêberiya Îranê mamosta Hisamedîn Muctehidî, li nexweşxaneya Taliqanî ya bajarê Tehranê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên, mamosta Muctehidî nêzîkî 10 roj berê rakiribûn nexweşxaneya bajarê Sine lê piştî çend rojan ew biribûn nexweşxaneya Taliqanî ya Tehranê.

Mamosta Hisamedîn Muctehidî, 10 sal bû pêşnimêjiya îniyê ya Sine dikir û 2 sal berê jî wek nûnerê Sine di encumena aqilmendan a rêberiya Îranê hatibû hilbijartin.

Mamosta Muctehidî di temenê 93 saliyê de jiyana xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst