Şanda BDP û HDPê îro diçe Îmraliyê

Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro şanda Partiya Aştî û Demokrastiy (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne, biçe girava Îmraliyê.

Şanda BDPê û HDPê ku ji parlamenterên BDPê Pervin Buldan û Îdris Baluken û parlamenterê HDPê Sirri Sureyya Onder pêk tê, wê îro biçin Îmraliyê.

Pervin Buldan duh ragihand ku wan bi wezareta dadê ya Tirkiyê re hevdîtin pêk aniye û dê sibê (îro) biçin Îmraliyê.

Tê çaverêkirin di wê hevdîtinê de derbarê Newroza Amedê û nameya ku KCKê ji Ocalan re şandibû de nirxandin bên kirin.

Şanda BDPê û HDPê herî dawî di 8ê adarê de çûbûn Îmraliyê.

Ev dê cara dawî be ku Pervin Buldan û Îdris Baluken wê bi navê BPDê biçin Îmraliyê, ji ber ku dê di 28ê vê mehê de tevlî HDPê bibin.