RIHA - Cotkarên Sirûcê ji bo pereyê avdaniyê daketin kolanê

26-03-2025
Mihemed Emîn Demir
Dacuyaniya cotkaran/Wêne: Rûdaw
Dacuyaniya cotkaran/Wêne: Rûdaw
Nîşan Riha Sirûc Cotkar Avdanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê cotkar ji bo pereyê zêde yê avdaniya çandiniyê daketin kolanan.

Li navçeya Sirûcê dewlet ji bo her donimek avdaniya pempo 2 hezar û 900 lîreyî werdigre û cotkar ji vê yekê ne razî ne.

Bi sedan cotkarên Sirûcî li navenda parêzgeha Rihayê li ber Saziya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) kom bûn û tabûta ku li serê "Cotkarê Sûricê Mir" li ber wê saziyê danîn ku bihayê avdaniyê diyar dike.

"Zilm û heqaret e"

Cotkarekî Sirûcî nerazîbûna bi vî rengî anî ziman, "Zilm û heqaret e.

Ji donimekê re 3 hezar (lîre) heqareteke mezin e, zilmeke mezin e.

Em hatine vê derê ku berpirsek deqîqeyekê guhê xwe bide me.

Çar alîgirên wan wê werin bibêjin hadê em herin mala xwe. Em hatine çi? Ez fehm nakim.

Em hatine ku yek ji me re bibêje; herin mal em dê bifikirin û çareser bikin."

"Bila ew 3 hezarî bidin me û erdên me ji wan re be"

Cotkarekî din jî wiha got, "Em ava wan naxwazin. Bila erdê wan ji wan re be.

Bila ew 3 hezarî bidin me û erdên me ji wan re be û ava wan jî ji me re ne gereg e.

Bila xwe ji xwe re biçînin, pereyê avê ji bihayê erd zêdetir e."

Hinek cotkar jî dibêjin dewlet di navbera navçeyên ku nişteciyên wan Kurd û Ereb cudakariyê dike û bi van bihayan nikarin çandiniyê bikin. Cotkar daxwaza kêmkirina pereyên avê dikin.

"Cotkar miriye û perîşan e"

Cotkar li hemberî bihayê zêde yê avê nerazîbûnên wiha wiha tînin ziman:

- "Derdê me eve ku ava me biha ye. Ava me bi 3 milyonan e lê li Heranê bi 500 lîreyî ye.

Em seba avê hatine vê derê û ava me gelekî biha ye. 3 hezarê me gelekî biha ye.

Cotkar miriye û perîşan e. Ji ber wê em ji Sirûcê bi rê ketin û hatin vê derê da ku derdê xwe bêjin."

- "Bila erd ên wan bin û em avê jî naxwazin. Em dê erdên xwe bidin wan û em avê jî naxwazin.”

- "Va ye hîn hindik e, çend roj mohleta wan heye. Eger bihaya avê danexin em dê wan daxînin ser rêyan."

Saziya Karên Dewletê ya Avê (DSÎ) ji bo sala 2025an biryar da li navçeya Sirûcê ji bo donimek avdaniya pembo 2 hezar û 900 lîre, ji bo donimek garis 2 hezar û 175 lîre û ji bo donimek ce û genim hezar û 160 lîre pere bê wergirtin.

Cotkar dibêjin eger pereyê avdaniyê neyê kêmkirin dê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst