Li Mêrdinê ji ber baranê rê herifî

26-03-2024
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Baran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artukluyê ya Mêrdînê ji ber baran û teyrokê rê herifî û 2 otomobîlên li ser rê zerer dîtin.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê ev çend roj in bênavber berf û baran dibare.

Ew şilî dibe sedema karesatên xwezayî.

Li bajêrê Mêrdînî jî ji duh ve baran dibarê û hîn jî berdewam dike.

Ji ber barana gur li Taxa Gulê rê herifî.

Li ser rêya ku herifî du otomobîlên parqkirî ketin di çalê de.

Rêya herifî ji aliyê polîsên trafîkê ve ji hatin û çûnêre hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst