Li Wanê bi hinceta PKKyê 28 kes hatin desteserkirin

26-03-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê, hefteya borî bi hinceta PKKyê 28 kes hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewelehiyê ya Wanê ragihand ku di navbera 17 û 24ê Adara 2024an de bi hinceta “rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê” operasyon hatine kirin.

Li Wanê di operasyonên cuda de bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” 28 kes hatin desteserkirin.

Hatiye ragihandin ku derbarê kesên desteserkirî karên yasayî hatine destpêkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi hinceta PKKyê xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst