Parlamenterê AK Partiyê derbarê pêvajoya çareseriyê axivî

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê AK Partiyê yê Stenbolê Azmî Ekîncî ragihand ku “pêvajoya aştiyê” careke din dest pê nake ji ber ku AK Partiyê ders wergirtiye û dîsan heman şaştiyê nake.

Piştî ku starta hilbijartinên 31ê Adarê hat dayîn careke din pêvajo aştiyê bû rojeva bangeşeyan.

Heta niha jî li ser vê nîqaş tên kirin. 

Parlamenterê AK Partiyê yê Stenbolê Azmî Ekîncî beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê “pêvajoya çareseriyê” axivî.

Azmî Akinci “pêvajoya çareseriyê” wekî şaşiyekê pênase kir.

“Pêvajoya çareseriyê çênabe”

Derbarê mijarê de Azmî Ekîncî got:

“Her ku hilbijartin tê, girêdayî AK Partî û DEM Partî yan jî HDPya berê, gotûbêjên pêvajoya çareseriyeke nû dibe rojev.

Ez vê wekî Kurdekî vê dibêjim, piştî vê pêvajoyê, nêzîkatiyeke wekî ya pêvajoya çareseriyê çênabe.

AK Partiyê tecrûbeyek jiya. Careke din bikeve wê şaşitiyê ne rast e.

Aliyê çareseriyekê bike dê dîsa AK Partî be. Serokkomarê me jî di vê mijarê de girîng e.

Li gorî vê, hinek kesayetên di nava DEM Partiyê de, di nava wê çandê de siyaset kiriye, car caran baweriya xwe ya ji bo birêz Serokomarê me tînin ziman.

Ev tiştên baş in û nîşaneyên niyeta baş in.

Baweriya wan a bi serokkomarê me tiştekê xweş e.

Ji ber wê yekê piştî daxuyaniya wan kesan, di nava DEM Partiyê de ew kes hatin rexnekirin.”