Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Rêveberiya Geştyariyê ya Zaxoyê ragihand dê roja şemiyê li Pira Delalê çalakiyên çandî dest pê bikin û dê heta Cejna Remezanê berdewam bikin.
Ji ber hatina baraneke zêde li Zaxoyê çend cihên geştyarî zerer dîtibûn.
Berdevkê Îdareya Geştyariya Zaxoyê Bêwar Sindî îro ji Rûdawê re axivî û ragihand, ew cihên ji ber lehiyê zerer dîtibûn hatine nûjenkirin.
Bêwar Sindî diyar kir ku dê roja şemiyê li ser Pira Delalê çalakî dest pê bikin û dê heta Cejna Remezanê berdewam bikin.
19ê Adarê li parêzgeha Dihokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ji ber baraneke zêde lehî rabibû.
Li Zaxoyê ji ber lehiyê 410 xanî, 25 otombîl û zêdeyî 130 cihên geştiyarê zerer dîtibûn.
Bêwar Sindî ji Rûdawê re ragihand, beşek ji wan cihên geştyariyê yên ji ber lehiyê zerer dîtine hatine nûjenkirin û ew cihên din jî têne nûjenkirin.
Bêwar Sindî herwiha da zanîn ku piştî lehiyê serdana geştiyaran ji bo Dihokê û Zaxoyê kêm bûye û ji bo balkişandina geştyaran ji 20ê Remazanê heta Cejna Remezanê dê çalakiyên cûr bi cûr pêk bînin.
Cureyên çalakiyan
Li gorî zanyariyan çalakî dê li Zaxoyê bên darxistin wiha ne:
Pêkanîna şahiyan, xwendina sirûdên olî, pêşangehên hunerên destan û vekirina bazareke cihêreng in.
Çalakiyên li Zaxoyê dê heta dawiya meha Remezanê berdewam bikin.
Zaxo yek ji wan bajaran e ku salane herî zêde geştyar serdana wê dikin.
Li gorî amarên Rêveberiya Geştiyariyê yên Zaxoyê, sala borî zêdetirî 525 hezar geştyaran bajêr ziyaret kiriye.
Yek ji wan projeyên herî berbiçav a geştyariya Zaxoyê projeya geştiyariyê ya Pira Delal e ku di 14ê Tebaxa 2023yan hatibû vekirin.
Proje ji qehwexane, kafeterya, park, rêya meşê û golekê pêk tê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse