Mesrûr Barzanî: Em dê sibe biryarekê di berjewendiya xelkê Kurdistanê de bidin

26-03-2024
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serowezîrê Herêma Kurdistnê Mesrûr Barzanî got, “Em dê sibe di civîna Encûmena Wezîran de biryarekê bidin ku di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ye.”

Serowezîrê Herêma Kurdistnê Mesrûr Barzanî li mizgefteka Hewlêrê beşdarî bangeka fitarê bû û gotarek pêşkêş kir.

Heta niha mûçeyên meha Sibata 2024an ên mûçegirên Herêma Kurdistanê nehatiye dayîn û tê çaverêkirin sibe di civîna Encûmena Wezîran de biryara xerckirinê were dayîn.

“Dixwazin statûya Herêma Kurdistanê lawaz bikin”

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de careke din ji ber neşandina mûçeyan spasiya sebirkirina welatiyên Herêma Kurdistanê kir û got:

"Ez ji we venaşêrim gelek plan hene ku statûya Herêma Kurdistanê ji nav bibin an jî lawaz bikin.

Komplo bi awayên curbecur hatiye bickihkirin û mixabin hinek nêrînên dijminane karîne bi vî awayî li hemberî Herêma Kurdistanê tevbigerin.

Ya ji wê nexweştir jî ew e ku li naxweyî alîkarî ji bo wê hizra şovenîst hatiye dayîn.

Destûreke me heye ku maf û erkên me diyar dike û me xemsarî nekiriye ku erkên xwe bi cih bînin.

Lê mafên me hatine binpêkirin û nehatine dabînkirin û hewl hatiye dayîn tiştên ku di destûrê de hatine nivîsandin, binpê bikin.”

Derbarê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê jî Mesrûr Barzanî got:

“Ji bo em bigihên encamekê ku di berjewendiyên xelkê Herêma Kurdistanê û hemû Îraqê de be, tişta bikeve ser milê me û em bikarin em dê bikin.”

“Parastina Kurdistanê destkeft e”

Mesrûr Barzanî derbarê çareserkirina pirsgirêka mûçe, neşandina mûçeya Pêşmergeyan û hêzên ewlehiyê jî ragihand ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan ew bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re di pêwendiyê de ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha bangî hemû aliyan kir ku dev ji berjewendiyên xwe yên partiyî û kesayetî berdin û got:

“Serketina aliyekî bi ser aliyekî din ne destkeft e lê belê destkeft ew e ku biratiya di navbera hemû pêkhateyan de û ezmûna Herêma Kurdistanê were parastin.

Em li ser du bereyan dabeş bûne. Eniya xweragir a rêzê li xwîna şehîdan û têkoşînê digire.

Bereya duyem jî di wê baweriyê de ye ku tenê nanê rûreşiyê bidin me û hemû pirsgirêkên Herêma Kurdistanê bibin mûçe.

Ez bawer im piraniya gelê Kurdistanê ne bi vê nêrînê re ye.

Em dixwazin rêzê li xwîna şehîdên xwe û têkoşîna vê ezmûnê bigirin û biparêzin.”

“Pirsgirêka Herêma Kurdistanê û Îraqê ne tenê pirsgirêka budceyê ye”

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku pirsgirêka Herêma Kurdistanê û Îraqê tenê pirsgirêka budceyê nîne û bi dehan pirsgirêk û mafên destûrî yên din hene ku divê bêne çareserkirin.

Mesrûr Barzanî herwiha tekez kir ku Îraq welatekî dewlemend e lê dahat û samanên wê baş nehatine birêvebirin û wiha domand:

“Îraq dikaribû bibe yek ji welatên herî pêşketî li Rojhilata Navîn. Eger em bi hevdu qebûl bikin û rêzê li hevdu bigirin, niha jî ev dikare were kirin.”

“Pirsgirêkên me yên nasname û xakê hene”

Di beşeke din a gotara xwe de Mesrûr Barzanî got:

“Em dest ji ti mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bernadin û divê em hemû bi hev re bifikirin ka çawa pirsgirêkên xelkê çareser bikin û pirsgirêka me ne tenê mûçe ye, pirsgirêkên me yên nasname û xakê hene.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herî dawî  diyar kir ku sibe Encûmana Wezîran dê biryarekê di berjewendiya tevahiya gelê Kurdistanê de bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst