Li Bedlîs û Tetwanê dibistan hatin girtin

26-03-2024
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Girtina Dibistanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, îro ji ber keşûhewaya xirab dibistan rojekê hatin girtin.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê îro berf û baran dibare.

Li Bedlîs û navçeya wê ya Tetwanê jî berf dibare û pileyên germê dadikevin.

Parêzgariya Bedlîsê bi daxuyaniyekê ragihand ku li parêzgehê bandora xirab a keş û hewayê berdewam e.

Parêzgariyê got, “Ji ber keşûhewaya xirab û barîna berfê roja 26ê Adarê li navenda Bedlîs û navçeya Tetwanê hemû dibistanên fermî û taybet rojekê hatine girtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst