Ji bo 5 bajarên Bakur hişyariya berf û baranê

26-03-2024
RÛDAW
Nîşan Berf û Baran Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku dê li 5 bajarên Bakurê Kurdistanê barana gur û berf bibare û hişyarî da welatiyan.

Li gorî Saziya Keşnasiyê, îro demjimêrên sibehê li navçeyên Qileban û Elkê yên li rojhilatê Şirnexê û li navçeya Xisxêrê ya li rojhilatê Sêrtê berf dibare.

Li navçeyên Pasûr û Lîcê yên li bakurrojhilatê Amedê û li navçeyên Hezo û Sasonê yên li bakurê Êlihê berf û baran bi hev re dibarin û li herêmên bilind berf tundtir dibe.

Li derdorên Mêrdînê, başûr û navenda Êlihê, li navçeyên Kercos, Qubîn, û Heskîfê, li rojavayê Şirnexê û navçeyên Basa, Cizîr, Silopî û Hezexê, li rojava û navenda Sêrtê û navçeyên Tilo, Dihê, Kufra, Hewêl û Misircê barana gur dibare.

Saziya Keşnasiyê ji welatiyan xwest ku ji bo egera lehî, ba, qeşa û aşûtê hişyar bin û tedbîrên pêwîst wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst