Li Qersê kamyonet wergeriya; Ajovan canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qagizman a ser bi Qersê li Bakurê Kurdistanê kamyonetek qulibû û di encama bûyerê de ajovanê wê kamyonetê canê xwe ji dest da.

Kamyoneta qum lê barkirî ya Abdullah K. (33)  diajot li nêzîkî xaniyên Altungedikê wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên Servîsa Bilez a 112ê çûn cihê bûyerê û ajovanê ku bi giranî birîndar bibû bo Nexweşxaneya Dewletê ya Qagizmanê veguhestin.

Abdullah K. tevî hemû hewldanên bijîşkî ji mirinê rizgar nebû û canê xwe ji dest da.

Cenazeyê Abdullah K. bi mebesta otopsiyê bo morga nexweşxaneyê hat veguhestin.