Amed: 5 polîsên ku li zarokê 14 salî îşkence kiribûn ji kar hatin dûrxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Amedê ragihand ku derbarê îşkecekirina zarokê 14 salî yê li navçeya Licê de 1 komiser û 4 polîs bi giştî 5 kes hatine desteserkirin û her 5 kes jî ji kar hatine dûrxistin. Lê parêzgariyê mirina zarok red kir.

Li navçeya Licê ya Ameda Bakurê Kurdistanê zarokekî 14 salî di roja Newrozê de rastî îşkenceya polîsan hatibû û zarok gotibû polîsan gef lê xwarine û eger Sirûda Neteweyî ya Tirkan ji ber neke dê bê kuştin û paşê jî dest û lingên wî girêdane ew avêtine cihekî tarî.

Li ser vê yekê Baroya Amedê derbarê bûyerê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Malbata zarok jî ji Rûdawê re axivî bû û îşkenceya polîsan a li ser kurê xwe piştrast kiribûn.

Parêzgariya Amedê roja Yekşemê 26ê Adara 2023an li ser lêpirsînê daxiyaniyek da û ragihand ku 1 komiser û 4 polîs girêdayî bûyerê ji kar hatine dûrxistin û desteserkirin. Herwiha tê gotin ku lêpirsîn berdewam e.

Serokê Baroya Amedê Nahit Eren jî heman rojê derbarê bûyerê de li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û dibêje: “Girêdayî lêpirsîna 5 polîsan ya bûyera îşkenceya ser zarokê 14 salî yê li Licê, 2 polîs li navçeya Licê û 3 polîs jî ji ber li derveyê parêzgehê bûne li Enqerê hatine desteserkirin. Em proseya lêpirsînan dişopînin.”