Serokê Herêma Kurdistanê roja lidarxistina hilbijartinan diyar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab diyar kir ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê di 18ê Mijdarê de bên kirin.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şahab ragihand ku Nêçîrvan Barzanî roja 18.11.2023an weke roja hilbijartinê ya parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar kiriye.

Dilşad Şehab îro Yekşemê 26ê Adara 2023 di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gorî qanûna hejmar 1 a sala 2005 a sererastkirî ferman da ku di 18-11-2023 hilbijartin li Herêma Kurdistanê bên lidarxistin.

Dilşad Şahab diyar kir, di fermana herêmî ya hejmar 90 de Serokê Herêma Kurdistanê wiha biryar daye:

"Yekem: Diyarkirina roja 18ê Mijdara 2023ê wek roja hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê.

Duyem: Hemû aliyên pêwendîdar neçar in bi hevkarî û hevahengiya ligel Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan, ji bo cîbicîkirina vê biryarnameyê, tedbîrên pêwîst bigirin.

Sêyem: Ev ferman dê roja derketinê were bicihanîn."

Diviyabû sala borî hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê bihata kirin, lê ji ber nakokiyên navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) erka çar salan ya parlamentoyê di cotmeha 2022an de bi piraniya dengan hat dirêjkirin.

Berdevkê Serokomariyê Dilşad Şahab beriya niha ji Rûdawê re gotibû, roja hilbijartinê dê beriya meha Gulanê were eşkerekirin.

Şehab dabû zanîn ku erka parlementoya niha di 31ê Kanûnê de bi dawî dibe û ji bo hilbijartinan dema herî baş di navbera Cotmeh û Mijdarê de ye. Şehab amaje bi wê yekê jî kir, ku ew paşxistin bû sedema kêmbûna baweriyê û Herêma Kurdistanê ji bilî lidarxistina hilbijartinan ti çareyek nemaye.