Hewlêr (Rûdaw) - Rêya navbera parêzgehên Dêrsim û Erzînganê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berf û pûkê ji bo çûnûhatina barhilgiran hat girtin.
Parêzgariya Dêrsimê ragihand roja Yekşemê 26ê Adara 2023an Pira Mutî ya li ser sînorê navbera Dêrsim û Erzînganê û rêya navçeya Pilemûriyê ji ber berf û pûkê ji bo çûnûhatina barhilgiran hatiye girtin.
Ligel ku dawiya meha Adarê ye li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê baran û li cihên bilind jî barîna berfê berdewam e.
Li navçeya Pilemûriyê ser bi parêzgeha Dêrsimê 2 roj in barîna berfê berdewam e û li herêma ku bilindahiya wê 1800 metre ye ji ber berfa zêde çûnûhatin zehmet bûye.
Rêveberiya Giştî ya Rêyên Bejayî a Dêrsimê jî li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kiriye û dibêje: “Rêya dewletê ya di navbera Dêrsim û Pilemûriyê de nêzîkî 25 kîlometre ji ber berf û pûkê ji bo çûnûhatina barhilgiran hatiye qedexekirin.”
Li gor zanyariyan tîmên girêdayî Rêveberiya Rêyên Bejayî ji bo vekirina rêyan dest bi kar û xebatan kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse