Agir bi çadira mexdûrên erdhejê ket: 3 xwîşk û bira birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hatayê yê Tirkiyê ku di erdheja 6ê Sibata 2023an de zerareke zêde gehiştibûyê, agir bi çadira mexdûrên erdhejê ket. Di bûyerê de sê xwîşk û bira ku nivîstîbûn birîndar bûn. Li gor agahiyan rewşa dû birîndaran giran e.

Bajarê Hatayê yek ji wan navçeyan e ku di erdhejên bi hêza 7.7 û 7.6 pile yên Mereşa Bakurê Kurdistanê de zerareke zêde gehiştibûyê û bajar bi tevahî wêran bûye. Mexdûrên erdhejê yên malên wan herifî ne ji neçarî di çadiran de hewl didin jiyana xwe berdewam bikin.

Li navçeya Îskenderûnê ser bi bajarê Hatayê li nav bexçeyê Dibistana Navendî ya Îmam Xetîbê ya li Taxa Denizcîler çadir bo mexdûrên erdhejê hatine vedan, lê şevê din agir bi çadirekê ket ku welatî di nav de nivistî bûn.

Di bûyerê de ku tê texmînkirin ji ber kontakta elektrîkê agir bi çadirê ketiye, sê xwîşk û bira bi navên Ertug Veli Eker (18), Yeşim Eker (17) û Elîf Mislina Eker (4) birîndar bûn. Du xwîşkên ku rewşa wan a tendirûstî giran bû bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dortyolê û pişte jî bo Nexweşxaneya Bajêr a Edenê hatin veguhestin.