Li Dîlokê piştî erdhejê 275 kompanya nikarin dest bi kar bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ku navendeke girîng a bazirganiyê bû ji ber erdheja 6ê Sibatê bi sedan kompanya nikarin dest bi kar bikin û zerareke zêde gehiştiye aboriya parêzgehê.
Roja 6ê Sibata 2023an, du erdhejên bi hêza 7.7 û 7.6 pile ku navenda wan navçeyên Bazarcix û Elbîstana Mereşa Bakurê Kurdistanê bûn, 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin û yek ji wan jî parêzgeha Dîlokê bû.
Serokê Odeya Bazirganî ya Dîlokê Tuncay Yildirim ji medya Tirkiyê li ser rewşa dawî ya parêzgehê axiviye û dibêje, bazirganiya li parêzgehê hatiye asta rawestandinê. Li gor amarên Odeya Bazirganî ya Dîlokê piştî erdhejê 275 kompanyayan nikarîne dest bi kar bikin û 250 kompanya jî nîvdemî kar dikin. Herwiha li parêzgehê bi giştî tenê 208 kompanya dikarin karê xwe berdewam bikin.
Tuncay Yildirim amaje bi wê yekê dide ku esnaf nikarin deynê krediya xwe bidin û paşxistina 6 mehan jî ne çareseriye û dive herî kêm 24 mehan bê paşxistin. Yildirim dibêje: “Li herêma pîşesaziyê piraniya makîneyan şikestine. Kar rawestiya ye. Bazirganiya me ya ligel parêzgehên wek Hatay, Mereş, Kilîs, Riha, Semsûr û Meletî jî rawestiya ye.”
Li gor amarên Encûmena Hinardekarên Tirkiyê li ser asta Tirkiyê Dîlok 5emîn parêzgeh e ku herî zêde karê hinardeyê dike.