Saziya Keşnasiyê bo 12 parêzgehan hişyariya lehiyê da

26-03-2023
RÛDAW
Nîşan Lehî Barîna Baranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji bo 8 parêzgehên li herêma erdhejê û parêzgehên Dêrsim, Çewlîg, Erzîngan û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê bi giştî bo 12 parêzgehan hişyariya barana zêde da û dibêje ji ber egera lehiyê divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê roja Yekşemê 26ê Adara 2023an bi daxuyaniyekê ragihand ku li 8 parêzgehên herêma erdhejê Mereş, Dîlok, Kilîs, Riha, Semsûr, Amed, Meletî û Xarpêtê dê heta sibê barîna baranê berdewam be û di encam de egera lehiyê heye.

Herwiha hatiye ragihandin ku îro di heman demê de li parêzgehên Mûş, Erzîngan, Çewlîg û Dêrsîmê jî dê baraneke bi hêz bibare û tê texmînkirin li herêmên ku bilindahiya wan zêdeyî 1900 metre ye berf bibare û rêyên hene qeşa bigrin.

Li gor pêşbîniya saziya navborî li çend parêzgehan pileya germê dadikeve û li hinek cihan jî dê toz bibare. Herwiha hişyarî hatiye dayîn ku li beramber egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin. Ev di demekê de ye ku li herêma erdhejê hejmareke zêde ya welatiyan li derve an jî di nav çadiran de dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst