HAK-PARê banga xwe ya ‘Hevpeymaniya Neteweyî’ ji partiyên Kurdistanî re dubare kir

26-03-2023
RÛDAW
HAK-PARê banga xwe ya ‘Hevpeymaniya Neteweyî’ ji partiyên Kurdistanî re dubare kir
HAK-PARê banga xwe ya ‘Hevpeymaniya Neteweyî’ ji partiyên Kurdistanî re dubare kir
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê HAK-PAR Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê banga hevpeymaniya bi partiyên Kurdistanî re dubare kir û got: "Divê ji bo parlamneteriyê dev ji daxwazên rewa yên gelê Kurd bernedin".

Biryar e hilbijartinên serokomarî û hilbijartinên xula 28emîn ên parlementoya Tirkiyê 14ê Gulanê bên kirin, HAK-PAR jî yek ji wan 36 partiyan e ku mafê beşdarkirinê bidest xistiye û di vê çarçoveyê de xebatên xwe berdewam dike.

HAK-PAR ku beriya niha banga hevpeyamaniyê li partiyên Kurdistanî kiribû, ji aliyekê ve bi kesayetên Kurd ên serbixwe re jî hevdîtinan dike.

“Hevpeymaniya Kurdistanî kêm e”

Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa planên partiya xwe yên ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê kirin.

Duzgun Kaplan bibîr xist ku berî nêzîkî mehekê wan dest bi avakirina “Hevpeymaniyeke Kurdistanî” di nava partiyên Kurdan de kiriye û got: “Me xwest aliyek Kurdistanî hebe. Li Tirkiyê gelek tifaq hene. Aliyên weke lîberal, muhafezeker, nijadperest hene. Lê tifaqa Kurdistanî kêm e, ji ber vê yekê me wek HAK-PARê ku mafê me heye bikevin hilbijartinê, pêşniyareke wiha ji partiyên Kurdan re kir ku em vê destkeftinê bi hev re bikar bînin. Me got werin em bi hev re vê destkeftiyê binirxînin, em komîteyek ava bikin û nûnertiya Kurdan ava bikin. Temsîlyeta Kurdan ev 45 sal in dewlet û PKKê serobin kirine. Pêdiviya Kurdan bi temsîlyeteke rewa heye. Me di vê mijarê de ji partiyên din pêşniyarên xwe pêşkêşî hevalan kir, lê mixabin heta niha bersiva me nedane.”

“Ti Hevpeymaniyekê ji bo çareseriya pirsa Kurd proje nîne”

Duzgun Kaplan diyar kir ku wan pêşniyarên xwe pêşkêşî Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur), Hereketa Azadî, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) kirine û wiha pê de çû:  “PAKê ji me re got ku em Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk ava bikin. Me got em ne li dijî vê yekê ne. Lê pêvajoya hilbijartinan berdewam dike û me got eger em di hilbijartinan de mil bi mil bin em dikarin vê yekê pêş bixin. Lê heta niha jî bersiv nedane.”

Kaplan got: “Li Tirkiyê çend tifaq hene û HDPê jî tifaqek çêkiriye, lê ti projeyeke wan ji bo çareserkirina pirsa Kurd nîne. Em ne neçarin piştgirî bidin kesên ku projeyek wan tune be. Niha dibêjin bila Erdogan biçe, lê kesê li şûna wî were ji bo pirsgirêka Kurd a ku pirsgirêka herî mezin a Tirkiyê ye, ji bo pirsa Elewî û karker û kedkaran çi dibêjin? Tiştekê nabêje. Kurd xwedî tecrubeyên sed salî ne. Kurdan sed sal piştgirî dan wan, lê ji xeynî îmhayê çareseriyeke din nekirin. Niha em dibêjin bi destên zarokên Kurd temsîlyeteke mîllî ava bikin. Mîllî çi ye? Azadî gelê Kurd û bixwe îdare kirin e. Ev federasyon e. Lê di siyaseta Kurdistana Bakur de dema hilbijartin çêdibin ji bo parlamenterî û şaredariyê gelek fikir û raman serobin dibin. Dema Kurd bibin parlamenter û bikevin parlamentoyê gelê Kurd rizgar dibe? Na, divê Kurd siyaseteke azad bimeşînin.”

“Di nav 36 partiyan de tenê HAKPAR mafên gelê Kurd diparêze”

Kaplan diyar kir ku HDPê xwe weke "partiya Tirk, ne partiya Kurdan" dide naskirin û got: “Ne rast e ku HDP wek partiyeke Kurdistanî were nîşandan. HDP 6 milyon dengên Kurdan û AKP jî 7 milyon dengên kurdan distîne. Hûn dikarin bibêjin AKP partiyeke kurd e? Na. Di nav 36 partiyan de partiya Kurdan tenê HAK-PAR e. Ji ber ku HAK-PAK federasyonê diparêze. Em dibêjin Kurd miletek e, mafê Tirkan çi be yên Kurdan jî ew  e. Di vê hilbijartinê de tenê HAK-PAR mafê Kurdan diparêze.”

“Dem dema HAK-PARê ye”

Kaplan destnîşan kir ku ew piştgiriya nadin ti berbijerek hevpeymaniyan û heta niha Kurdan piştgiriya kê kiribe jî wan her dîsa zilm li Kurdan kiriye û got: “Birêz Erdogan dibêje wî pirsgirêka Kurd çareser kiriye. Pirsgirêka Kurd têne avakirina TRT 6 e yan beşa Kurdolojiyê li zanîngehan e? Na, meseleya Kurdan mafê miletekî ye, çi mafên Tirkan hebe divê yê Kurdan jî hebe. Ji ber ku gel di van hilbijartinan de ji desthilatdariyê aciz dibe e, hêviya xwe ji muxalefetê heye. Lê muxafet çi dibêje? Dibêje em dê `Sonda Tirk` vegerînin. Ma divê em piştgiriya wan bikin? Helbet na. Em dibêjin ev 45 sal in dewlet û PKK bi vî awayî bandorê li Kurdistanê dike. Dem dema guherînê ye, dem dema HAK-PARê ye. Eger HAK-PAR bi hêztir bibe em dê bi siyaseteke aştiyane û demokratîk mafên gelê Kurd biparêzin.”

Serokê HAK-PARê da zanîn ku wan ji bo vê mijarê ji bilî partiyên Kurdistanî bi kesayetî û rewşenbîrên din re hevdîtin pêk anîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst