ROJHILAT - Şîlan Kurdistanî hat cezakirin, tohmeta li ser Jîna Muderis Gurcî hat girankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojhilatê Kurdistanê çalakvana mafên jinan Şîlan Kurdistanî bi 40 mehên zîndanê hat cezakirin, çalakvaneka din a bi navê Jîna Muderis Gurcî jî ku berê hatibû girtin û paşê bi kefalet hatibû berdan, bi “hewldan ji bo rêxandina Komara Îslamî ya Îranê” hat tohmetbarkirin.

Li gor zanyariyên ji Rojhilatê Kurdistanê, endama koma jinên Jîvano, Şîlan Kurdistanî li Şaxa Yek a Dadgeha Şoreşê ya bajarê Sine bi tohmeta endamtiya di koma neqanûnî ya Jîvano û propaganda li dijî rejîmê, hatiye darizandin.

Li gor agahiyan, ji ber tohmeta endamtiya di koma Jîvano de 2 sal û 9 meh û bi tohmeta propagandaya li dijî rejîmê jî dadgehê 7 meh cezaya girtîgehê li çalakvana Kurd Şîlan Kurdistanî birrî.

Li gor qanûna cezayê ya Îranê, dê cezayê herî giran ku 2 sal û 9 meh e, li ser Şîlan Kurdistanî bê cîbicîkirin.

Şîlan Kurdistanî roja 23-10-2022 li bajarê Sine hatibû desteserkirin û piştî 10 rojan bi kefalet hatibû berdan.

Tohmeta li ser çalakvaneka Kurd girantir bû

Çalakvaneka din a heman grûpê, Jîna Muderis Gurcî jî roja 21-9-2022an li bajarê Sineyê hatibû desteserkirin û piştî 40 rojan bi kefalet hatibû azadkirin.

Jîna Muderis Gurcî, çalakvana Kurd a mafên jinan dibêje, berê ew bi “dijatî û têkdana asayişa niştimanî ya Îranê” hatibû tohmetbarkirin, lê niha tohmeta wê guhertine û ew niha bi “pêkanîna grûpan ji bo rêxandina rejîmê” hatiye tohmetbarkirin.

Jîna Muderis Gurcî berê ragihandibû, li dadgeha Sineyê daxwaz ji wê hat kirin ku forma poşmanbnê îmze bike û sozê bide ku beşdarî di çalakiyan de neke, lê wê ew yek red kir, piştî wê yekê jî tohmeta li ser wê hatiye girankirin û ew niha li benda darizandinê ye.

Koma jinên Jîvano di destpêka sala 2021an de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye avakirin û li ser mijarên taybet bi jinan li Rojhilatê Kurdistanê dixebite. Ew grûp dibêje, ew ji bo nehiştina tundiyê cudahiyên di nava civakê de çalakiyan dike.