Cîgirê Serokê Itîlafê: Divê teroristên li Efrînê bên dadgehkirin lê derveyî deverên opozisyonê

Hewlêr (Rûdaw) - Nûneratiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro li Hewlêrê li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî di xwepêşandanekê de komkujiya Cindirêsê şermezar kir. Cîgirê Serokê Itîlafê Hekîm Beşar di xwepêşandanê de got: “Ew kesên terorîst li Efrînê divê li derveyî devera opozîsyonê werin mehkemekirin, êdî bawerî bi dadgehên wan nayê.”

Di dema heftiyekî de, seyem care xwepêşandan li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyê li Hewlêrê ji bo piştevaniya Cindirêsê tê lidarxistin. Îro jî li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî li Hewlêrê, Nûnerayetiya ENKS xwepêşandanek ji bo piştgiriya Cindirêsê saz kir û têde daxwaznameyeke ji 9 xalan pêk tê radestî Neteweyên Yekbûyî kir.

Giringtirîn xalên ku ENKSê daxwaz kiriye, dadgehkirina tawanbaran û derxistina çekdarane ji Efrînê bû.

Daxwaziyên Nûneratiya ENKSê ji Neteweyên Yekbûyî ev in:

 - Cezakirina grûpa Ceyş Şerqiye û radestkirina wan ji bo dadeghên li derveyî navçeyên opozisyonê.

- Derxistina grûpên çekdar ji bajar û bajarokan û rêgirtin li derbasbûna çekdaran tevlî çekên xwe.

- Vegerandina kelûpel û samanên xelkê ji bo wan.

- Valakirina zindanên grûpên çekdar ji girtiyan û cezakirina wan li dadgehên dadperwerane.

- Rawestandina têkdana jîngeh, kultûr û dîroka Kurdî weke birîna daran û têkdana şûnwaran.

- Radestkirina desthilata Efrînê ji bo encûmenên xwecihî ku xelkê navçeyê bi xwe bin.

Cîgirê Serokê Itîlafê di nava xwepêşandanê ji peyamnêra Rûdawê Helebce Sadon re got, di demeke nêzîk de ew dê ligel Amerîka, Birîtaniya, Fransa û Tirkiyê bicivin.

Cîgirê Serokê Itîlafê Ebdulhekîm Beşar got: “Di demeke nêzîk de em dê li gel Amerîka, Brîtaniya, Franas û Tirkiyê re bicivin û em dê nameya xwe bi zelalî bighînin wan ku divê ew kesên tîrorîst werin dadgeh kirin, lê derveyî deverên opozisyonê ji ber ku baweriya me bi dadgehên opozisyonê nayê. Ji ber ku ew dadgeh di bin kontrola hêzên çekdar de ne. Herweha divê çekdar ji nava bajaran derkevin.”

Endamê Peywendiyên Derve yên ENKSê Îbrahîm Biro jî got: “Em naxwazin bikevin di bin fişara ku em ji Itîlafê derkevin, lê divê em berdewam bin li ser daxwazkirina mafê gelê me û ka çawa em dê bikarin ligel şirîkên xwe danûstandinan bikin ji bo aramkirina deverên me.”

Xwepêşendaran ku tevahiya deverên Rojavayê li xwe digirt, daxwaziya wan heman daxwaziyên malbata qurbaniyan bûn.

Beşdara xwepêşandanê Meryem Şêxo jî got: “Em dixwazin tawanbar werin dadgehkirin û dadgeheke rasteqîne were kirin ji ber ku dadgeh li Efrînê nemane.”

Beşdariyeke din Zerîfa Xelîl jî dibêje: “Daxwaziyên me heman daxwaziyên malbatên şehîdan e. Heta niha tu aliyekî seredana malbatên şehîdan nekiriye û tu alîkarî pêşkêşî wan nekiriye. Em dixwazin alîkariya wan malbata were kirin.”

Xwepêşandar Xelîl Reşîd jî got: “Em dixwazin aliyek an hêzeke navdewletî were di nava Efrînê de yan jî Leşkerê Roj derbas bibin.”

Roja berî Newrozê, 20ê Adara 2023yan, çekdarên ser bi grûpa bi navê Ehrar El-Şerqiye, bi sedema dadana agirê Newrozê, 4 welatiyên Kurd li bajarokê Cindirêsê yê ser bi Herêma Efrînê, ji yek malbatê kuştin û 2 kesên din jî birîndar kirin. Ji wê rojê ve heta niha rewş li Efrîn û Cindirêsê ne aram e.