Li Êlihê şerê malbatan: 2 kes birîndar bûn û 11 kes hatin desteserkirin

26-03-2023
RÛDAW
Nîşan Êlih Pevçûna Malbatan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du malbatan de şerê bi çekan çêbû û di encam de 2 kes birîndar bûn û 11 kes jî hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan şeva borî li parêzgeha Êlihê di navbera du malbatên ku dijminatiya wan hebû şerê bi dar, kevir û çekan çê bûye û 2 endamên malbatekê bi keviran birîndar bûne.

Herwiha li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û polîs çûne cihê bûyerê û piştî midexaleya destpêkê her du kesên birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Hatiye ragihandin ku girêdayî bûyerê 11 kes hatine desteserkirin û sedema dijmindariya her du malbatan nehatiye zanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst