Mesrûr Barzanî bi Hakimê Mîrnişîna Reis El-Xeyme El-Qasimî re civiya

26-03-2022
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Reis Elxeyme ya Îmaratê Şêx Siûd Bîn Seqer El-Qasimî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Reis Elxeyme ya Îmaratê bi Hakimê Mîrnişîna Reis El-Eeyme Şêx Siûd Bîn Seqer El-Qasimî re civiya.

Îro Şemyê 26ê Adara 2022an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li bajarê Reis Elxeyme ya Îmaratê li gel Hakimê Mîrnişîna Reis El-Xeyme Şêx Siûd Bin Seqer El-Qasimî hevdîtinek pêk anî.

Serokwezîriya Herêma Kurdistanê di derbarê civînê de daxuyaniyekî belav kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriyê di civîna ku Cîhnişînê Reis El-Xeyme Şêx Mihemed Bin Siûd El-Qasimî jî tê de beşdar bû, herdu aliyan derbarê derfetên pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Mîrnişîna Reis Elxeyme û Îmaratê kir bi taybetî di warê hêlbirîn, pîşesazî û torîzimê de gotubêj kirin.

Herwiha di hevdîtinê de aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku li ser wan mijarên ku bo her du aliyan cîhê girîngiyê ne, hem fikir bûn li ser vê yekê bi berdewam di nava têkiliyan de bin.

Li aliyê din di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana li gel şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Mîrnişîna Îmaratên Yekgirtî yên Erebî, di komcivîna enerjiyê ku rojên 28 û 29ê Adarê li Dubeyi tê organîzekirin beşdar bibin û di komcivînê de behsa guhertinên deverê û pêşde birina hêlbirînê di warê enerjiyê de bikin. Herwiha di rojên 29 û 30ê Adarê de jî li Dubeyi beşdarî komcivîna cîhanî ya hikûmetan de bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst