Platforma Zimanê Kurdî: Mamoste Qedrî xebatkar û Kurdperwer bû

26-03-2021
RÛDAW
Nîşan Prof. Dr. Kadrî Yildirim Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Zimanê Kurdî  ji bo koça dawî ya Mamoste Prof. Dr. Qedrî Yildirim sersaxiyê ji malbata wî re  xwest û got “Me bi xemgînî bihist ku Profesor Qedrî Yıldırım çûye ser dilovanîya xwe.”

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji bo koça dawî ya Mamoste Prof. Dr. Qedrî Yildirim peyameke sersaxiyê belav kir û ji bo malbat, şagirt û hezkiriyên wî sersaxiyê xwest tê de dibêje “Di vê xebatê de keda mamoste Qedrî Yıldırım nayê jibîrkirin.”

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî di peyama xwe de wiha got:

“Kedkarê Ziman Û Zanista Kurdî.

Min bi xemgînî bihist ku Profesor Qedrî Yıldırım çûye ser dilovanîya xwe. Rehma Xwedê lê be. Bila serê malbat, şagirt û hezkiriyê wîna sax bin.

Mamoste Qedrî li Zanîngeha Mêrdînê xebatên giranbuha ji bona ziman û zanista Kurdî kirine. Yên ku wîna ji nêzîk de nas dikin dizanin ku mamoste Qedrî mirovekî nefsbiçûk, xebatkar û Kurdperwer bû. Demekê ez û mamoste Qedrî li Zanîngeha Mêrdinê bi hevdû re jî xebitin. Min cara pêşî ew li vir nas kir. Di dema mamoste Qedrî de gelek lêkolînên hêja li Zanîngehê hatîn kirin. Gelek mamosteyên zimanê Kurdî di dema mamoste Qedrî de bawernameyên xwe wergirtin. Zanîngeha Mêrdinî di demeke kurt de, bi alikariya gelek mirovên jêhatî di beşa ziman û çanda Kurdî de bibû xwediyê prestîjeke xûyayî. Di vê xebatê de keda mamoste Qedrî Yıldırım nayê jibîrkirin.

Ma bav û kalên me negotine; mirov diçe nav dimîne!”

Zimanzan, dîroknas û nivîskarê Kurd Mamoste Prof. Dr. Kadrî Yildirim di 23 Adarê de ji ber xwînrijiya ser mêjiyê, ew li Ameda Bakurê Kurdistanê rakiribûn nexweşxaneyeke taybet û ew kiribûn bin çavdêriya hûr û îro berê êvarê koça dawî kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst