Kurd li gor nasname, Tirk li gor rewşa aborî dengê xwe bikar tînin

26-03-2019
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Li bajarên Kurdan rikeberiyeke zêde di navbera pirsa nasname û aboriyê de heye
Li bajarên Kurdan rikeberiyeke zêde di navbera pirsa nasname û aboriyê de heye
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Kurd Tirk Hilbijartin Bakurê Kurdistanê Tirkiye
A+ A-

Amed (Rûdaw) -  Li gorî sazî û dezgehên lêkolînê li bajarên Bakurê Kurdistanê Kurd dengê xwe li gorî nasnameyê didin lê li bajarê Tirkan rewş berevajî vê yekê ye. Dengê tirkan ji nasnameyê zêdetir li gorî rewşa aboriyê diguhere.


 Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê di hilbijartinên şaredariyan di rewşeke wiha de pêk tê ku aboriya Tirkiyeyê rûbirûyê qeyraneke mezin bûye. Li bajarên Kurdan rikeberiyeke zêde di navbera pirsa nasname û aboriyê de heye.


Ev herdu faktorên sereke ango nasname û aborî bandoreke giran li ser rengê dengê welatiyan dike. Lê li gorî rêveberên kompaniyên lêkolîn û rapirsiyan li bajarên Kurdan faktora sereke nasname ye û giraniya dengê Kurdan di hêla nasnameyê de diguhere.


Derbarê vê mijarê de Gerînendeyê Navenda Lêkolînên Mirovî û Siyasî ya Rawestê Roj Esir Gîrasun ji Rûdawê re wiha got: “Nasname an jî aborî bajar bi bajar tê guhertin. Lê li gorî nexşeya Tirkiyeyê, em dema li bajarên Kurdan dinêrin zêdetir li ser nasnameyê deng bi kar tînin. Di vê hilbijartinê de jî dê wisa be. Kurdên ku nasnameyê ji xwe re esas digrin di dengê wan de guherîn çênabe.”


Li bajarên ku nasname, çand û ziman zindî ye, rengê dengê Kurdan jî li gorî vê teşe digre. Yek ji van bajaran jî Amed e.


Welatiya bi navê Şeval Karataş  dibêje: “ Ez dengê xwe didin hebûna xwe. Yanî didim nasnameya xwe.”


Welatî Mehmûd Korkmaz got: “Weleh ez dengê xwe didim hebûna xwe. Gava ku mirov tunebe, tiştekî mirov jî tune ye. Ji bo nasnameya xwe û hebûna xwe em dengê xwe didin xwe.”


Kurd bajarên weke Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Wan, Sêrt, Şirnex, Agirî û Îdirê zêdetir pirsa nasnameyê li pêş e. Li bajarên din ên Kurdan jî nasname faktoreke girîng e, lê li cihê ku ziman heliyaye faktora aborî, ol û mezhebê jî giraniya xwe nîşan dide.


Ji ber ku bi kesekî Tirk re pirsgirêka ziman û nasnameyê nîne, aborî di hêla bikaranîna dengan de di pileya yekemîn de cih digre. Encamên analîzên navendên lêkolînê yên Enqereyê jî vê yekê dibêjin.


Derbarê mijarê de Serokê Optîmarê Hîlmî Daşdemîr jî dibêje: “Dema em li alîgirên AK Partî û MHPê dinêrin, xuya dibe ku ew zêdetir dixwazin peyamekê bidin. Hilbijêr dixwazin peyamek bidin partiyên xwe û peyamên wan jî zêdetir peywendî bi aboriyê heye.”


Di nava Tirkan û welatiyên li derveyî Kurdan ku nasnameyê ji xwe re nakin pirseke sereke, rengê dengan li gorî hin faktorên din diguhere. Yek ji van faktoran aborî û ya din jî berbijêr in.


Welatiyê bi navê Necmedîn Karataş wiha axivî: “Ji bo min berbijêr girîng e. Li rewşa wî, CV a wî dinêrim. Û li xizmeta wî ya şaredariyê.”


Metin altinbîlek jî got: “Aha dibînî dixebitim dixebitim vala ye. Bo min xala herî girîng aborî ye.”


Helbet di hilbijartinan de her partiyeke siyasî li gorî faktorên guhertina dengan nexşerêyeke hilbijartinê dide pêşiya xwe. Lê hin caran dengê welatiyan li derveyî hesaba partiyên siyasî li gorî bûyer an jî peyveke berbijêr û serkêşên partiyan jî dikare biguhere.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst