KURDISTAN – Nargîle hate qedexekirin

26-03-2017
RÛDAW
Nîşan Nargîle Wezareta Tendurustiyê Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tendurustî ya Herêma Kurdistanê li cihên giştî kişandina nargîleyê qedexe kir.

 

Wezareta Tendurustî ya Herêma Kurdistanê biryar da, ku careke din li cihên giştî yên weke kafe û parkan nargîle neyê bikaranîn. Ji bo vê biryarê jî dê ligel dezgehên pêwendîdar hemahengî bê kirin.

 

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendurustiyê, ku Rûdawê dûvçûna wê kiriye, di civîna roja yekşema 26ê Adarê de Civata Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bi biryara Wezareta Tendurustiyê êdî destûr nadin cihên giştî daku nargîleyê bidin bikir û mêvanên xwe.

 

Derbarê mijarê de Berdevkê Giştî yê Dîwana Wezareta Tendurustiyê Xalis Qadir ji Rûdawê re ragihand, biryar wan cihan jî vedigre ku beriya niha ji bo firotina nargîleyan destûr wergirtibûn.

 

Qadir eşkere kir, ku êdî destûr nadin di cihên giştî de nargîle bê kişandin û biryara dawîn a derbarê vê yekê de dê ji aliyê Serokatiya Civata Wezîran ve bê dayîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst