Encumena Navend a YNKê nexşerêya YNKê pejirand

Silêmanî (Rûdaw) – Encumena Navend a YNKê îro di civîna xwe de, nexşerêya 8 xalî ya wê partiyê bo çareserkirina krîzên Herêma Kurdistanê pesend kir.

 

Her du saziyên Polîtboru û Encumena Serkirdatî yên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê pêştir nexşerêyeke  8 xalî ji bo derbasbûna Herêma K urdistanê ji krîzên heyî pejirandibûnn.

 

Îro yekşemî 26ê Adara 2017ê berî nîvro, Encumena Navend a YNKê jî ji bo gotûbêjkirina wê nexşerêyê civiya û gengeşe û nirxandin ji bo wê projeyê kir.

 

Li gorî agahiyan, Encumena Navend a YNKê herî dawî bi 84 dengên erênî nexşerêya wê partiyê ya ji bo çareserkirina krîzên Herêma Kurdistanê pesend kir.

 

Endamê Encumena Navend a YNKê Bextiyar Şawêys di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, Encumena Navend bi hin têbîniyan ve nexşerêya YNKê pesend kir û têbîniyên xwe yên li ser wê projeyê weke paşkoyekê ji Encumena Serkirdatiya partiyê re dişîne.

 

Şawêys herwiha got: “Encumena Navend herwiha serpişk kiriye, da ku danûstandinan li gel aliyan dest pê bike.”

 

Berdevkê Encumena Navend a YNKê Letîf Nêrweyî jî ji Rûdawê re da xuyakirin: “Di civîna îro de 84 endaman bi dengê erê deng bi nexşerêya YNKê dan, 4 endaman dengê nexêr dan û 3 endaman jî deng nedan.”

 

Nêrweyî tekez kir: “Di dahatûyeke nêzîk de dê paşkoya wê nexşerêyê were belavkirin.”