QAMIŞLO – Jinên Beesî perwerdeya leşkerî dibînin
Hewlêr (Rûdaw) – Hêzekî ji jinên ereb ên Beesî li gundekî 2 kîlometreyan nêzîkî bajarê Qamişloyê xula xwe ya perwerdeya leşkerî bidawîkirin. Di merasîma bidawîkirina perwerdeyê de berpirsên Partiya Bees jî amade bûn.
Nêzîkî 150 jinên Ereb li gundê Xirbet Emo yê Qamişlo, xuleke din a perwerdekirina hêza Xensawat a jinên Partiya Bees bidawîkirin.
Cîgira Beşar Esed a Partiya El Bees Hîlal El Hîlal û Serokê Ofîsa Ragihandin û Çandê ya vê partiyê Xelef El Mûftah ji Şamê hatine Qamişlo û di merasîma bidawîkirina perwerdeyê de amade bûn.
Di wê xulê de jinên Baasî fêrî şêwazên bikaranîna çekan û şer bûn.
Piştre Cîgirê Emîndarê Giştî yê Partiya El Bees Hîlal El Hîlal û Xelef El Mûftah serdana bajarê Hesekê kirin û di nav kolana Filistînê de geriyan.