Keça emîrê DAIŞê li Kurdistanê ye

26-03-2016
RÛDAW
Merve Xelîl
Merve Xelîl
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Merve Xelîl keça Emîrê berê yê DAIŞê li Hawicê Xelîl Êlî Weysî Ciburî piştî operasyona Hawicî hat Kerkûkê.

Xelîl Êlî Weysî Ciburî di heyama Sedam Hisên de fermandarê Artêşa Iraqê bû û piştî rejîma Sedam hilweşiya ew ji aliyê Hêzên Amerîkayê ve hat girtin û Amerîkayê 3,5 sal cezayê zîndanê da wî.

Piştî ku DAIŞê li Iraqê derket holê, Cibûrî tevlî refên DAIŞê bû û ji aliyê rêxistinê ve weke berpirsê leşkerî yê Hawicê hatibû diyarkirin.

Beriya çend mehan Cibûrî ji aliyê rêxistinê ve hatibû kuştin.

Merve Xelîl keça Emîrê berê yê DAIŞê li Hawicê Xelîl Êlî Weysî Ciburî ji Rûdawê re diyar kir piştî operasyona Hawicê hat destpêkirin û Artêşa Iraqê û balafirên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê navçe dan ber bombe û topan, reviya Kerkûkê.

Xelîl anî ziman, wê beriya niha jî xwestibû bê Kerkûkê lê bavê jê re bibû astengî û got: “Bavê min got, ez DAIŞî me, heger tu herî Kerkûkê dê zerere bidin te.”

Merve îdia kir ku ne DAIŞê lê balafirên şerî Hawicê wêran kiriye û wiha domand: “Heger tu tevlî DAIŞê nebî, rêxistin xwe tevlî te nake. Em ji bombebarankirine ditirsan. Carekî keça min ji tirsa bêhiş bû.”

Pirsa “Jiyana li Hawicê çawaye?” Merve Xelîk wiha bersivand: “Di serî de li navçeyê elektîrîk û gaza sirûştî hebû. Dibistan jî vekiribûn. Lê piştre tiştek li navçeyê nema.”

Medyaya herêmî ragihandibû Xelîl Êlî Weysî Ciburîji ber ku dizî kiriye ji aliyê DAIŞê ve hatiye kuştin.

Lê keça wî îdia kir ku bavê rêxistin ji ber gendeliyan rexne kiriye hatiye kuştin.

Merve Xelîl  zewicî ye û 4 zarokên hene. Zaroka wê ya 3 salî got: “Em hez dewleta îslamî dikin. Em ji wê nefret dikin û hez nakin.”

Artêşa Iraqê Artêşa Iraqê, milîsên Heşdî Şeibî û çekdarên eşîretan di 24ê Adarê de bi piştavaniya Hêzên Pêşmerge û Hêzên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê dest bi operasyona Hawicê kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst