Deriyê sînorî yê Kapikoy-Raziyê tê mezinkirin

Wan (Rûdaw/AA) – Li deriyê sînorî yê Kapikoy-Raziyê (aliyê Rojhilat-Îranê) yê di navbera Tirkiye û İranê de ji bo ku asta bazirganiya her du dewletan bigihêje 35 milyar dolarî projeyek nû dest pê dike.

Li deriyê sînorî yê Kapikoy-Raziyê, li aliyê Îranê divê 90 kîlometre rê bê çêkirin. Bihayê çêkirina vê rêyê 300 milyon lîreyî ( nêzîkî 116 milyon dolar) digre û Tirkiye dê vî pereyî bide. Li ser vê yekê Şîrketa Anonîm a Saziyên Tûrîzm û Gumrikê projeya modernîzasyona derî amade kir. 

Cîbicîkirina projeyê dest pê kiriye û bi temambûna rê re Wan dê bi bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê ku nifûsê wê 500 hezar e û bajarê Tebrîzê yê Îranê ku nifûsê wê milyonek û 400 hezar e, re bibe cîran.  

Deriyê sînorî yê Kapikoyê bi destê Yekîtiya Borse û Odeyên Tirkiyê li ser rûbera 61 hezar metreyên çargoşe tê çêkirin. Ji bo ku kamyon û otomobîl herin û werin 3 deriyên çûyînê û 3 deriyên hatinê dê bên çêkirin.

Serokê Odeya Pîşêsazî û Bazirganiya Wanê Necdet Takva diyar kir ku di van demên dawiyê pêwendiyên bazirganî bi Îranê pêş ketine.

Takva destnîşan kir ku bi salan e endamên wan hem di kotaya bazirganiyê de hem jî di kotaya dema çûyîn û hatinê de zehf mexdûr bûn, divê hemû tengasî bên çareserkirin.

Takva destnîşan kir ku dirêjahiya sînorê Tirkiyê bi Îranê re 580 kîlometre ye û 300 kîlometreyê wê tenê di navbera Wan û Îranê de ye û got, Îran bazareke mezin e û welatê enerjiyê ye lê belê em nikarin ji van îmkanan îstifade bikin. Lewre ewqas sînorê me heye lê di navbera me de deriyekî sînor tune. Deriyê Kapîkoyê biçûk e û têrê nake. Ji bo bazirganiya me dibe asteng.