AMED - Maf heye lê vekirina dibistanên Kurdî 'qedexe' ye

26-02-2024
Abdulselam Akinci
Mamoste û civaknas Ednan Firat Bayar
Mamoste û civaknas Ednan Firat Bayar
Nîşan Amed Dibistana Kurdî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê mamoste Ednan Firat Bayar li gorî yasaya ku 2014an derketiye û mafê vekirina dibistanên taybet ên Kurdî dide dixwaze dibistaneke Kurdî veke.

Ji ber ku rê û rêbaza vekirina dibistaneke taybet bi zelalî nehatiye destnîşankirin ew nikare wê dibistanê veke.

Ji ber wan astengiyên li ber vekirina dibistaneke Kurdî wî serî li Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê daye.

Mamoste û civaknas Ednan Firat Bayar salek û nîv e li Amedê di nav hewla vekirina dibistaneke taybet a Kurdî de ye.

Ew dixwaze dibistaneke taybet û pirzimanî veke û ji baxçeya zarokan heta pola dawî ya dibistana navîn perwerdeyê bi Kurdî an jî bi Kurdî Tirkî bide.

Ew dibêje tevî ku yasaya vekirina dibistaneke taybet ji 2014an vir ve di meriyetê de ye jî ji ber ku esas û rêbazên vekirina dibistaneke bi zimanekî din nehatine diyarkirin ew nikarê vê xwesteka xwe bi cih bîne.

Mamoste û civaknas Ednan Firat Bayar Ednan Firat Bayar anî ziman:

“Li ser vê meseleyê me serî li Rêveberiya Perwerdeyê ya Diyarbekirê da. Me got em dixwazin li gorî vê yasayê ji xwe re dibistaneke taybet vekin. Wan got tiştekî wisa nîne, got li gorî yasayê şert û usûl çi ne ne diyar e.

Ji ber wê me jî ji wezaretê pirsî û wezaretê bersiv da me û me dît ku ji bo vê şert û usûl nehatine kifşkirin.

Ji bo kursên taybet şert û usûl çi bin wan ji me re şandin, me jî got em kursê venakin, kolejê vedikin.”

Mamosteyê Kurd niha odeyeke mala xwe kiriye pol û bi rêya online ji bajar û welatên cuda 50 xwendekaran fêrî Kurdî dike.

Herwiha ji bo vekirina dibistaneke Kurdî jî bi biryar e ku hemû mafên xwe yên yasayî bi kar bîne.

Parêzerê wî Bîlal Zîlan jî amaje bi rêzika yasayî ya pêwendîdar a ku ji bilî zimanê Tirkî rê li ber vekirina dibistaneke bi zimanekî cuda vekiriye dike.

“Meriv dikare mektebekê veke”

Parêzer Bîlal Zîlan jî got:

“Piştî 2014an ku êdî hêdî hêdî ew pêvajoya aştiyê lawaz bû, yanî ew pêvajo sekinî, ji ber wê ne biryarnameya serokkomar amade bû ne jî rêzikname çêbû.

Yanî di eslê xwe de ew maf heye. Meriv dikare mektebekê veke û hikûmetê û wezaretê mecbûr bike ku wê rêziknameyê derxin.

Çimkî ew qanûn bi salan e heye. Divê Wezareta Perwerdeyê vê bike lê ew wê mecbûriyeta xwe naynin cih lê ev nayê wê maneyê ku rê girtî ye. Rê vekirî ye lê ji aliyê pratîkê ve hinek pirsgirêk hene.”

Di halê heyî de tene di polên 5-6-7 û 8an de bi awayekî bijarde dersên Kurdî tên dayîn.

Ew dibêje heger astengiyên burokratîk rabin û ew karibe dibistaneke Kurdî veke dê bibe mînakeke girîng û ji ber wê sedemê hejmara dibistanên taybet ên Kurdî jî dê zêde bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst