Li Hesekê 16 DAIŞî hatin girtin

26-02-2024
Nîşan Hesekê HSD DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê 16 DAIŞî hatine girtin.

Ev kes roja pêncşemê di operasyoneke HSDyê de hatin girtin.

Berdevkê Ragihandinê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî bi rêya hesabê xwe yê Xê got:

“16 endamên DAIŞê hatin girtin ku destê wan di êrişên terorî yên li hemberî hêzên me de hebûye.”

Ferhad Şamî da zanîn ku HSDyê dest daniye ser gelek çek û amûrên leşkerî jî.

Ferhad Şamî herwiha ragihand ku Dijîterora Rojavayê Kurdistanê 22 Sibatê bi piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî li Dêrezorê fermandarekî DAIŞê yê bi navê Husîn Newaf el-Husîn girtiye.

Ferhad Şamî amaje pê kir ku Husîn Newaf el-Husîn “ji êrişên ku hêzên leşkerî û saziyên sivîl kirine hedef” berpirsyar e.

HSDyê par li herêmên di kontrola xwe de zêdetirî 350 endamên DAIŞê girtibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst