Li Xarpêtê kanza herifî

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Xulemanê ya Xarpêtê kanzayek herifî.

Li gorî agahiyên destpêkê, 3 karker di binê axê de mane.

Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Serokê Şaredariya Xulemanê başaran Yalçin detsnîşan kir, “Kanzaya kromê herifiye û 2 yan 3 karker di binê xanê de mane.”

Parêzgar daxuyanî da

Parêzgarê Xarpêtê Omer Toraman jî got:

“Karkerek hat rizgarkirin, ji bo dîtina 3 karkeran xebat berdewam dikin. Ev der kanzayeke kromê ye.”

Li gorî DHAyê jî karkerek bi hewlên xwe ji binê axê derketiye.

AFADê daxuyanî da

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) jî ragihand ku bi tevahî sê karker di binê axê de mane.

AFADê daxuyand ku karkerek hatiye rizgarkirin û du karker di binê axê de ne.

Parêzgariyê daxuyanî da

Li hêla din, Parêzgariya Xarpêtê da zanîn ku bi tevahî 4 karker bi binê kanzaya herifî de mane.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariyê, 3 karker hatine rizgarkirin û karkerek hîn jî di binê kanzayê de ye.

Hemû karker hatin rizgarkirin

Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê ragihand ku hemû karker hatin rizgarkirin.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, karkerek birîndar e û rewşa tenduristiyê ya karkerên din baş e.