Li 3 bajarên Bakur 3 erdhej çêbûn!

26-02-2024
Nîşan Erdhej Çewlîg Qers Meletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Çewlîg, Qers û Meletiyê sê erdhejên cuda çêbûn û ev yek bû sedema tirsê.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku şeva borî li navçeya Gêxiyê ya parêzgeha Çewlîgê demjimêr 22:14an erdhejeke bi hêza 3,6 pileyan çêbûye.

Herwiha piştî vê yekê li navçeya Wêranşarê ya Meletiyê jî îro saet 00:39an erdhejeke bi hêza 3,6 pileyan rû da.

AFADê da zanîn ku îro li navçeya Dîgorê ya Qersê jî demjimêr 06:22an erdhejeke bi hêza 3,8 pileyan çêbûye.

6ê Sibata 2023yan li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê du erdhej çêbûn ku navenda wan Mereş bû.

Li gorî amarên fermî, di van erdhejan de herî kêm 53 hezar û 537 kesan canê xwe ji dest da û 107 hezar û 213 kes jî birîndar bûn.

Erdhejên 6ê Sibatê bandoreke gelekî xerab li Rojavayê Kurdistanê jî kir û bi hezaran kesan canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst