RIHA – Termê zarokê 3 salî di çalê de hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rihayê termê zarokê sê salî yê ku winda bûbû di çalekê de hat dîtin.

Li navçeya Heranê ya Rîhayê, Taha Çîftçîogluyê sê salî şeva borî dema ku li derve dilîst winda bû.

Xizmên wî xeber da cendirmeyan û cendirmeyan termê Taha di çalekê de dît.

Ekîban termê Taha ji bo otopsiyê rakir morga Saziya Tiba Dadî ya Rihayê.