Li Wanê aşût bi ser mînîbusê de hat: Mirî û birîndar hene

26-02-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Aşût
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Payîzavayê ya parêzgeha Wanê, aşût bi ser mînîbusa rêwiyan de hat û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 12 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan li nêzîk gundê Xoşebê yê li ser rêya Wan û Colemêrgê, îro demjimêrên êvarî aşût çêbû û mînîbusa rêwiyan di bin de ma.

Li gorî zanyariyên destpêkê di encama aşûtê de kesekî canê xwe ji dest da, 12 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê gelek tîmên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.

Parêzgarê Wanê Ozan Balci li bûyerê daxuyaniyek belav kir.

Ozan Balci da zanîn ku ji ber aşûtê mînîbus ji rê derketiye û qulibiye û wiha got:

“Piştî bûyerê yekser tîmên AFAD, UMKE, Servisa Bilez 112, Rêyên Bejahî û cendirme çûn herêmê.

Tîmên me li herêmê xebatên xwe didomînin. 12 welatiyên me yên di mînîbusa ku ji ber aşûtê kaş bûbû de hatin rizgarkirin. Rewşa wan baş e.

Welatiyekî me canê xwe ji dest da. Rewşa birîndarên me baş e. Rehma Xwedê li welatiyê me yê canê xwe ji dest daye be, ji birîndarên me re şifayê dixwazim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir