Dema cotbûna marmarokan zû dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê, ji ber germbûna gerdûnê ya neasayî gelek daran kulîk vekirin û dema cotbûna (gonxwarina) marmarokan jî zû dest pê kir.

Germbûna gerdûnî hevsengiya xwezayê xirab dike.

Wênegir Mehmet Masum Suer, dema li gundê Qeleyê ya navçeya Stewrê ya Mêrdînê digeriya wêneyên cotbûna marmarokan girtin.

Wênegir Mehmet Masum Suer got:

“Min dît ku mamarokek laşê marmarokeke din gez dike.

Paşê ya hatî gezkirin bêyî hereket ma. Piştre jî min dît ku her du marmarok hevdû hembez dikin.

Min tiştek ji gezkirina wan fam nekir û ji ber ku di vê mijarê ti agahiyên min nebûn ez şaş mam.

Min ev mijar ji pisporan pirsî. Wan got ku marmamorkê nêr beriya cotbûnê marmaroka mê gez dike daku bê tevger bimîne.

Bi gotina pisporan heta heyameke dirêj marmaroka mê piştî gezkirinê hereket nake.”

Marmarokan dema cotbûna xwe şaş kir

Di rewşa asayî de dema gonxwarinê ya marmarokan di navbera mehên nîsan û tebaxê de ye.

Lê ji ber germbûna gerdûnî dema gonxwarina marmarokan zû dest pê kir.