Li Meletiyê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şîroyê ya parêzgeha Meletiyê bi hêza 3,7 pileyan erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Şîroyê ya Meletiyê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 15:44an çêbûye û hêza wê 4,7 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bûye.

Herwiha Rasatxaneya Kandilliyê jî da zanîn hêza erdhejî 3,8 pile bûye û 5 kîlometre di bin erdê de çêbûye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.