Parêzgariya Şirnexê derbarê qedexeya li Çiyayê Gabarê daxuyanî da

26-02-2024
RÛDAW
Nîşan Şirnex Çiyayê Gabarê Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qedexeya çûna Çiyayê Gabarê yê parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê careke din 15 rojan hat dirêjkirin.

Parêzgariya Şirnexê diyar kir, Çiyayê Gabarê ku yê dikeve nav sînorên navenda bajarê Şirnexê û navçeya wê Basanê wekî “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” hatiye ragihandin û çûna wî çiyayî heta 15 rojan qedexe ye.

Qedexe îro  dest pê dike û dê heta 11ê Adarê berdewam bike.

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de îdia dike ku ew qedexe ji bo “parastina ewlehiya neteweyî, silametiya giştî, rêgiriya li tawan û her pêşhateke neyînî û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.

Parêzgariyê herwiha hişyarî daye welatiyan ku ji bo silametiya xwe ne bi roj û ne jî bi şev neçin Çiyayê Gabarê.

Artêşa Tirkiyeyê di van demên dawî de “operasyonên” xwe yên leşkerî bi hinceta gerîlayên PKKyê li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê û çend parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê zêde kirine.

Di vê çarçoveyê de li Bakurê Kurdistanê bi berdewamî qedexeyên çûn û hatinê tên ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst