Li Rihayê 3 kes ji ber sobeyê bi jehrê ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyeyê ya parêzgeha Rihayê, ji ber dûxana sobeyê 3 welatiyên Sûriyeyî bi jehrê ketin.

Li gorî zanyariyan li Taxa Şair Nabiyê ya Xelîliyeyê di malekê de ji ber dûxana sobeyê dayikek û du zarokên wê bi jehrê ketin û ji ser xwe çûn.

Dayik û her du zarokên wê yên welatiyên Sûriyeyê ji aliyê kesûkarên wan ve hatin dîtin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê dayik û her du zarok veguhastin nexweşxaneyê.

Derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.