Li Licê 15 rojan qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Licê ya parêzgeha Amedê li herêma Girê Hoydanagervanê 15 rojan qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Amedê, 9 herêmên li Girê Hoydanagervana Licê wekî “Herêma Ewlehiya Taybet” hatine ragihandin.
Parêzgariyê herwiha da zanîn di navbera 26ê Sibatê û 11ê Adara 2024an de 15 rojan çûnûhatin qedexe ye.
Parêzgariya Amedê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku ew qedexe ji bo “pêkanîna ewlehiyê, rêgirtina li bûyerên tundûtûjiyê û her pêşhateke neyînî” hatiye ragihandin.
Ew kesên ku pabendî qedexeyê nebin dê derbarê wan de lêkolîn bê destpêkirin û dê werin cezakirin.
Li beşek ji parêzgehan û navçeyên demek e bi hinceta operasyonên li dijî PKKyê qedexe tên ragihandin û ew qedexe bi berdewamî 15 rojan tên dirêjkirin.