Li Rihayê di navbera xizman de pevçûn: 8 birîndar

26-02-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Hewag Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hewag a parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du malbatên ku xizmên hev in pevçûn derket di encamê de yek jê giran 8 kesa birîndar bûn.

Li gundê Axwêran ê navçeya Hewagê di navbera du malbatên ku xizmên hev in nîqaş derket.

Piştre bi dar û ber û çekan êrişî hev kirin û li wir Mahsut, Hanifi, Abdullah T. Sedat B di birîndar bûn.

Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hewagê.

Piştî pevçûna li gund, endamên malbatan ên ku li ber qereqola cendirmeyan rastî hev hatin dîsa pevîûn derket û li vir jî 4 kesên din birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyên Rihayê.

Hêzên ewlekariyê derbarê bûyerê de 13 kesan desteser kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst